Nuceyfî: Bexda li hemberî Kurdistan tifaqek navnetewî avakir

Cigîrê Serokomarê Iraqê Ûsame Nûceyfî got, Îran li Iraqê xwedî biryara yekalîkirinê ye.

08.11.2017, Çar - 11:15

Nuceyfî: Bexda li hemberî Kurdistan tifaqek navnetewî avakir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî li Washingtona Amerîkayê beşdarî panelekê bû û derbarê geşedanên siyasî yên li Iraqê de gotarek pêşkêş kir.

Usame Nuceyfî wiha got: “Îran dewleteke dest dirêje û li Iraqê li ser biryaran xwedî bandor e, û destê wê di nav hemû biryarên Iraqê de heye. Îranê li Iraqê li ser partiyên siyasî, milîsên çekdar karigeriyeke eşkere heye û di bin kontrola wê de ne. Dixwaze Iraqê bike korîdoreke Sûrî û Lubnanê. Ev xewna Îranê ya kontrolkirina hemû rojhilata Erebî ye.”

Nuceyfî amaje bi wê yekê jî kir ku Bexdayê li hemberî Kurdistanê hevpeymaniyeke navnetewî saz kiriye û got jî hinek alî dixwaze biçin nav Kurdistanê û dest bi ser de bigirin û bajarê Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetînin û lê ew yek li dijî destûra bingehîn e.

Piştî panelê Usame Nuceyfî daxuyanî da rojnemavan û pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê mafê Kurdan de wiha bersivand:

“Iraq dewleteke federalî ye. Di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye destnîşan kirin ku Herêma Kurdistanê bi sînorên sala 2003ê hatî diyarkirî heremeke federal e. Lê heremeke îdarî ye, ne heremeke taîfî, sunne yan jî şîe ye. Her hewlek li dijî yekîtiya Iraqê û federaliyê di heman demê de derbeyek e li ser destûra bingehîn a Iraqê.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x