Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Îranê li gorî rênimayên Elî Xamineyî dê beşdarî civîna li Umanê bibe.
Roja duşemê Serokê Amerîkayê ragihand, welatê wî ji bo diyarkirina çarenivîsa bernameya atomî dê guftûgoyên rasterast bi Îranê re bike û Tehranê jî piştrast kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand:
“Em pêdagir in li ser wan xalan ku guftûgo û dan û standinan li ser wan pirsên ku ji aliyê Rêberê Komara Îslamî ve hatine redkirin neyên kirin.”
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan amaje pê kir:
“Helwesta me ya derbarê wan pirsên ku Rêber çend caran amaje pê kirine, bi tevahî zelal e.
Derbarê wan pirsên ku di demên borî de me kariye bi hev re kar bikin û niha jî em dikarin, bi piştgiriya Xwedê guftûgo dê dest pê bikin.
Wezîrê Karên Derve li gorî rênima û raspardeyên Elî Xamineyî dê beşdarî civîna roja şemiyê ya li Umanê bibe û nerasterast bi şandeya Amerîkayê re biaxive.”
Serokê Amerîkayê amaje pê kiribû, guftûgoyên wan bi Îranê re dê bi awayekî “rasterast” bin.
Trump dabû zanîn ku ew hêvîdar e bi Tehranê re bigihêje rêkeftinekê lê hişyarî da ku “metirsiyeke mezin” dê bikeve ser Îranê, eger dan û standin serkeftî nebin.