Putin, Reîsî û Erdogan derbarê rewşa Sûriyê de li Tehranê dicivin

Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehran a paytexta Îranê dicivin û krîza Sûriyê gotûbêj dikin

18.07.2022, Pts - 09:20

Putin, Reîsî û Erdogan derbarê rewşa Sûriyê de li Tehranê dicivin
Nuçe Belav bike

erokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehran a paytexta Îranê dicivin û krîza Sûriyê gotûbêj dikin. Biryar e roja Sêşembê 19ê Temûza 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Tehranê bikin û ligel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bicivin.

Rûsya, Tirkiye û Îran di dema çend salên borî de çend caran civiya ne daku di çarçoveya proseya aştiyê ya Astana de rewşa Sûriyê gotûbêj bikin û wek ew îddîa dikin, çareseriyekê ji şerê 11 salan ê wî welatî re bibînin. Ev jî di demekê ye, destê hersê welatan di şerê Sûriyê de heye, Rûsya û Îran piştgiriya Beşar Esed dikin li dijî dijberên wî û Tirkiye jî piştgiriya opozisyonê dike.

Lûtkeya roja Sêşembê di demekê de ye ku di dema borî de, Erdogan berdewam gefa operasyoneke leşkerî bo ser Bakurê Sûriyê bi taybetî jî deverên jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike. Îran ku mazûvaniya lûtkeyê dike, berê hişyarî daye ku her operasyoneke artêşa Tirkiyê li Sûriyê, dibe sedema “têkçûna aramiyê li navçeyê.”

Yekem car e piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ku Erdogan di vê lûtkeyê de Putin bibîne. Her ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Erdogan daxwaza civînekê ligel Putin kiriye û pêşniyara çareserkirina pirsgirêka wan herdû welatên dijberê hev kiriye.

Şirovekarê Siyasî yê Rûsyayê Vladimir Sotnikovji medya Ewropî re gotiye ku ew civîn “ne tesadûf e” û dibêje: “Tirkiye dixwaze operasyoneke taybet li Sûriyê pêk bîne di demekê de Rûsya li ser operasyona xwe ya taybet bo ser Rûsyayê berdewam e.”

Gelo daxwaza pêxistina glopa kes tê kirin?

Recep Tayyip Erdogan dibêje, di plana wan de heye operasyonekê bo ser anvçeyên bakurê Sûriyê û axa jêr kontrola HSDê bikin. Ew cihên dikevin ber operasyona Tirkiyê, beşek ji wan di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne ku Amerîka piştgiriya wê dike û beşek e ji hevpeymaniya dijî DAIŞê.

Tirkiyê hertim nîgeraniya xwe derbarê hebûna hêzên Kurdî de li nêzîkê sînorên xwe pêşan daye û wek gefê bo ser axa xwe dibîne. Hikûmeta Sûriyê jî berdewam êrîşên Tirkiyê şermezar dike. Pisporê polîtîkayên derve yên Tirkiyê Sinan Ulgen dibêje: “Enqere piştgiriya Rûsya û Îranê dixwaze berî wêya dest bi operasyona xwe bike.”

Ulgen herwiha dibêje: “Ew pirs bo Tirkiyê girîng e, ji ber du navçeyên ku tê çaverêkirin Tirkiye operasyonê bibe ser wan, di jêr kontrola Rûsyayê de ne.” Amaje bi wê yekê jî dide ku Tirkiye dixwaze li wan navçeyan hêzên esmanî bikar bîne.

Li aliyekî din, Îran bi awayekî nerasterast, beşek e ji milmilaneya nav axa Sûriyê, ew jî wek Ulgen dibêje: “Ew jî bi rêya çekdarên Şîe yên nêzîkî wê.” Ulgen dibêje, hêviya Erdogan heye “glopa kesk” ji Rûsya û Îranê jî werbigre bo pêkanîna armanca xwe.

Rûsyayê berî niha ragihandibû ku hêvîdar e Tirkiye dest ji operasyona xwe ya bo ser Sûriyê berde. Îran jî, ku wezîrê wê yê derve di dema çend hefteyên borî de serdana Enqere û Şamê kiribû, derbarê egera pêkanîna operasyonê de hişyarî dabû.

“Têkdana Aramiyê”

Di dawiya meha Hezîranê de, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan serdana Enqerê kir û li wê derê got, Îran ji nîgeraniyên Tirkiyê fam dike û “dibe operasyoneke taybet pêwîst bike.” Piştî wê serdanê jî Emîr Ebdullahiyan serdana Şamê kir û ji wîr ragihand ku destêwerdana leşkerî ya Tirkiyê dibe sedema “têkdana aramiyê” li navçeyê.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxwaz ji Îran û Rûsyayê kir ku nehêlin Tirkiye operasyoneke wiha bike. Roja Înê 15ê Temûza 2022ê Fermandarê HSDê got: “Em hêvîdar in operasyonên Tirkiyê li navçeyên Kurdnişîn neyên kirin û di civînên welatên bihêz de Kurd neyên paşguhxistin.”

HSDê berî niha hişyarî dabû û gotibû her êrîşeke Tirkiyê dibe sedema lawazkirina wan hewlên bo rûbirûbûna DAIŞê li deverê tên dayîn. Hefteya borî jî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê hişyarî da ku her êrîşek bo ser Bakurê Sûriyê hewlên rûbirûbûna dijî DAIŞê lawaz dike û rê li ber DAIŞê vedike daku bikaribe xwe organîze bike û bikeve tevgerê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x