Îran: 11 polîs di êrîşeka çekdarî de hatin kuştin

Komeka çekdar li Îranê êrîş kir ser bingeheka polîsan, 11 polîs hatine kuştin û çend polîs jî birîndar bûne.

15.12.2023, Cum - 08:03

Îran: 11 polîs di êrîşeka çekdarî de hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyarên ajansa France Pressê û tilevizyona fermî ya Îranê, îro (Înî, 15ê Berçileya 2023ê), êrîşeka teroristî li ser bingeheka polîsan li parêzgeha Sîstan – Belûçistanê ya rojhilatê Îranê hatiye kirin û 11 polîs hatine kuştin.

Di vî warî de Cîgirê Parêzgerê Sîstan – Belûçistanê Elî Reza Merhematî ragehand, “Ew êrîş li bajarê Raskê li ser bingeheka polîsan hatiye kirin, 11 polîs hatine kuştin û çend polîs jî birîndar bûne û komeka cîhadî berpirsyariya xwe ji bo vê êrîşê diyar kiriye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:23:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x