Îran: Amerîka wê ji Reqqayê derbikeve

Şêwirmendê Xaminêyî ragihand û destnîşankir ku Amerîka çawa ji Bûkemal hat derxistin dê ji Reqayê jî were derxistin.

03.12.2017, Paz - 09:46

Îran: Amerîka wê ji Reqqayê derbikeve
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Xaminêyî, Elî Ekber Vilayetî di konferansekê de li Tehranê axivî û behsa rewşa Sûriye û Iraqê kir.

Elî Ekber Vilayetî, Amerîka bi avakirina DAÎŞ'ê tohmetbar kir û got, Amerîka DAIŞ'ê çêkir da ku rûyê îslamê reş bike û bi DAIŞ'ê li Îranê bide lê bin ket.

Vilayetî da xuyakirin ku Îranê çawa bajarê Bûkemal yê Sûriyê ji destê Amerîka û DAIŞ'ê derxist dê Reqayê jî ji destê Amerîka derxîne û got, Amerîka li Sûriyê 12 navendên serbazî vekiriye û dixwaze 10 hezar serbazên xwe li wir bicîh bike lê divê Amerîka bizane ku çawa ji Bûkemal hat derxistin dê ji Reqayê jî were derxistin.

Her wiha bajarê Reqayê meha borî ji aliyê şervanên Quwetên Sûriya Demokratîk ku YPG'ê pêşengiya wî dike bi alîkariya hêzên hevpeyman hatibû rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x