Îran: Amerîkayê peyama agirbestê ji me re şand

Wezîrê Karên Dervê yê Îranê ragihand ku Amerîkayê di van 3 rojên dawî de peyama agirbestê ji wan re şandiye.

07.11.2023, Sal - 09:18

Îran: Amerîkayê peyama agirbestê ji me re şand
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan li Tehrana paytexta Îranê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di serdana xwe ya Bexdayê de êlekê pola li xwe kiribû.

Ebdulahiyan li ser vê yekê got “Rola rasteqîn a Amerîkayê ya li herêmê ev e.”

Herwiha Ebdulahiyan diyar kir ku Amerîka derbarê rewşa Filistînê de ji wan re peyam şandiye û wiha pê de çû:

“Amerîkiyan di van 3 rojên dawî de ji me re peyam şand û diyar kirin ku ew agirbest dixwazin û di vî warî de gavan diavêjin, lê di rastiyê de ew tenê piştgiriya komkujî û qirkirina li Xezayê dikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, “Em hêvîdar in ku Amerîka di demeke kin de siyaseta xwe biguherine û piştgiriya aliyê dagirker neke.”

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Di êrişên Hemasê de 315 jê leşker zêdtirî hezar û 400 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, herî kêm 240 Îsraîlî û welatiyên welatên din, ji aliyê çekdarên Hemasê ve wekî dîl hatine girtin.

Herwiha Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ji 31 Çiriya Pêşînê ve 30 leşkerên Îsraîlê li Xezeyê hatine kuştin.

Li gorî Wezareta Tendurisyê ya Xezeyê di êrişên Îsraîlê de 4 hezar û 104 zarok, 2 hezar û 641 jin bi giştî 10 hezar û 22 Filistînî hatine kuştin.

Li aliyê din piştî êirşê li Şerieya Rojava û Qudsê jî 159 Filistînî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:22:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x