Îranê deriyê sînorî yê Başmaxê girt

Hat zanîn ku deriyê sînorî yê Başmaxê, ku di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ye, ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.

15.10.2017, Paz - 10:52

Îranê deriyê sînorî yê Başmaxê girt
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê bajarokê Pêncwên yê Silêmaniyê, Zana Rehman ji BasNewsê re got, îro danê sibê me zanî ku deriyê sînorî yê Başmax ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.

Zana Rehman her wiha got, ji rayedarên îranî yên deriyê Başmaxê re hatiye gotin ku nehêlin ti kamyon û otomobîlek ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Îranê bibe. Lê em nizanin girtina sînor girêdayî rewşa siyasî ye yan jî tiştekî din e.

Qaymeqamê Pêncwên da zanîn ku hatin û çûna tûrîst û rêwiyan didome û got, sînor tenê bo çalakiyên bazirganî hatiye girtin, ti hêzeke serbazî li ser sînor nîne. Emê hewl bidin heta piştî nîvro sebeba girtina sînor bizanin.

Ji aliyekî din, qaymeqamê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Şefîhî li ser girtina deriyê Başmax gotiye, dê di nav çend saetên bê de li ser girtina sînor daxuyanî bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x