Îran deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re vedike

Encûmena bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê biryar da ku deriyên sînorî yên Hacî Omran û Perwizxanê veke û dîsa dest bi peywendiyên bazirganî yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

11.12.2017, Pts - 10:24

Îran deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re vedike
Nuçe Belav bike

Parlamenter û berpirsê komisyona dîplomasiyê yê Komîsyona Asayîşa Niştimanî ya Îranê Murteza Safarî Netenzî ji çapemeniya Îranî re ragihand ku, divê Îran pêywendiyên xwe yên aborî û bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê zêdetir bike.
Netenzî eşkere kir, Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî biryar daye deriyên sînorî yên li gel Başûrê Kurdistanê vebin lê sedema derengketina vebûnê jî teknîkî ye.

Komara Îslamî ya Îranê ji bo karvedana li dijî giştpirsiya serxebûna Başûrê Kurdistanê, roja 15ê Cotmehê hersê deriyên fermî yên Perwêzxan, Başmax û Hacî Omran ên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de girtin. Lê 10 roj paşê Deriyê Başmaxê vekir.

Ji bo bazirganî û hatûçoyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de çend deriyên sînor hene, ku hinek ji wan fermî û hinek jî nîv fermî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x