Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku encama erdheja şeva borî de heya niha 328 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxûyaniya Wezareta Tenduristiya Îranê, "Bajarên ku li ser sinorên Iraqê ne hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane 328, 2 hezar 600 kes jî birîndar e." Her wiha tê gotin ku wendahiyên zêde li bajarê Kîrmanşahê ne.
Her wiha li gorî ragihandinan heya niha, li Kurdistana Başûr 7 kesan canê xwe daye û hejmara birîndarên ku rakirine nexweşxanan 321 kes e.