Îran milîsên xwe yên li Sûriyê vedikişîne

Hat ragihandin ku Îran milîsên xwe yên li Sûriyê ji bo serkutkirina xwepêşandaran vedikişîne bo nav bajarên Îranê.

05.01.2018, Cum - 11:54

Îran milîsên xwe yên li Sûriyê vedikişîne
Nuçe Belav bike

Xwepêşandarên li Îranê tevî daxuyaniyên berpirsên Îranê ku digotin rewş hatiye kontrolkirin, berdewam dikin.

Rejîma Îranê jî li ser vê yekê dest bi vekişandina milîsên xwe yên li derveyî Îranê dike. Li gor malpera ‘Al Arabiye’ Supaya Pasdaran daxwaz ji balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiriye ku milîsên Îranê kom bike û vegerîne bo Îranê.

Hatiye gotin ku divê ew milîs bi lez vegerin bo Tehranê û ji xwe êdî li Sûriyê pêwîstî bi wan nemaye.

Herwiha tê ragihandin ku rejîma Îranê li wan bajar û deverên ku xwepêşandan lê berdewam dikin, milîsên xwe lê bicih dike.

Çavkaniyên ji opozîsyona Îranê jî radigihînin ku rejîma Îranê li bajarê Xumeyî Şehr bi hezaran çeteyên Afganî di nav hêzên ewlekariyê de bicih kirine.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê zêdetirî heftiyekê ye berdewam dikin û tê ragihandin ku zêdetirî 23 kes hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:36:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x