Rapora binpêkirinên mafên mirovan li Îranê

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê rapora xwe ya salane ya binpêkirinên mafên mirovan li Îranê eşkere kir. Rapor bi kurtî agahî li ser rewşa mafên mirovan û binpêkirinên li Îranê di sala borî de.

02.01.2023, Pts - 06:40

Rapora binpêkirinên mafên mirovan li Îranê
Nuçe Belav bike

Rapor xwe dispêre 13,342 raporên li ser rewşa mafên mirovan ji 267 jêderan, ku ji sedî 55 ji wan rasterast girêdayî komeleyê ne û ji sedî 13 ji wan nêzî hikûmetê ne û 32% ji rêxistinên din ên mafên mirovan in.

Li gorî vê raporê, sala borî 205 raporên binpêkirina mafên mirovan ên girêdayî netewên Îranê hatine weşandin ku ji wan 225 kes hatine destbiserkirin, 12 kes cezayê girtîgehê, 3 kes bi cezayê pere û 68 kes hatine gazîkirin û dadgehîkirin.

Di doza cemaetên olî de 199 raporên binpêkirina mafên mirovan hatin weşandin, ji wan 140 kes hatin girtin, 79 kes bi cezayê girtîgehê, 23 cezayê pereyan, kesek qamçiyan û 10 kes jî ji mafên civakî bêpar hatin hiştin.

Di mijara azadiya raman û derbirînê de 6 hezar û 311 raporên binpêkirina mafên mirovan hatin tomarkirin, ji vana 22 hezar û 655 kes hatin girtin. Ji bo 711 kesan cezayê girtîgehê, 62 kesan cezayê pere û 35 kesan jî cezayê qamçiyê hate birîn. 37 kes ji mafên civakî bê par man.

Di mijara rêxistinên pîşeyî de 2 hezar û 71 raporên binpêkirina mafên mirovan hatin tomarkirin, di nav de 309 girtin, 25 cezayê girtîgehê û yek jî qamçiyan lê hatiye sepandin.

Di dosyeya bidarvekirina welatiyan de, di sala 2022an de 457 raporên binpêkirina mafên mirovan hatine tonarkirin ku ji wan 92 kes bi îdamê û 565 kes jî hatine darvekirin, li gorî sala borî 88% zêde bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:21:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x