Rejîma Îran sê rojan de 10 Kurd darvekir

Li gor rapora malpera mafê mirov li rojhilatê Kurdistanê, di heyama sê rojan de 10 girtiyên kurd li çarçoveya girtîxaneyên Îranê de hatin darve kirin.

17.07.2017, Pts - 12:09

Rejîma Îran sê rojan de 10 Kurd darvekir
Nuçe Belav bike

Ligorî nuçeya BasNews, Malpera mafê mirov (Hengaw) di vê derbarê de belav kir, di rojên çarşem û înê heftiya borî û roja şemiyê ango îro 17.07.2017ê saziya dadweriya Îranê li girtîxaneyên Ormiyê, Hemedan û Kerecê 10 girtiyên kurd darve kirine.

Çarşema borî du girtiyên kurd ên bi navên Îbrahîm Sebzî yê xelkê Hersînê û Mihemed Hemewend ku xelkê Loristanê ne li girtîxaneya Hemedan û Kerecê bi tometa madeyên hoşber û kuştina bi qesdî ve hatine darve kirin.

Di roja în a borî sê girtî, îro jî du girtiyên din ên kurd li girtîxaneya Ormiyê bi tometa madeyên hoşber ve hatin darve kirin.

Navê wan pênc girtiyên kurd waha ye: ‘’Ramîn Henare, Perwîz Temerîpûr, Feramez Esxerzade, Mihemedriza Sadiqî û Maşela Seyadnûrî ku hemû jî xelkê Ormiyê û derdora wê ne.’’

Ji aliyek din ve jî heman roj li girtîxaneya navendî ya Xuremawa ya ser bi parêzgeha Loristanê sê girtiyên din ên kurd bi navên Emîr Xuremabadî xelkê Nûrabad, Necmedîn Sefîpûr xelkê Nûrabad, Mihemed Zîwdar xelkê Zîwdar a Loristanê ne û hemû jî bi tometa madeyên hoşber ji aliye dezgayê dadweriya Îranê ve hatin darve kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:16:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x