Rejîma Îran'ê,girtiyê Kurd a siyasî darvekir

Girtiyekî Kurd ê siyasî binav Mûrteza Rehmanî li bajarê Sine yê Rojhilata Kurdistanê li ser destê hêzên Îranê ve îro hat bidarvekirin.

03.08.2017, Per - 07:49

Rejîma Îran'ê,girtiyê Kurd a siyasî darvekir
Nuçe Belav bike

Malpera“Hingaw” a mafê mirovan belav kir, girtiyê Kurd yê bi navê Murteza Rehmanî ku xelkê gundê Tîleko yê ser bi bajarê Germyan e, îro hate bidarvekirin.

Wê malperê da zanîn, Murteza Rehmanî ji sala 2011an ve hatibû girtin û sala 2013an bi tuhmeta endametî û hevkariya ligel partiyeke Kurdî ya dijberê Îranê û kuştina 2 endamên artêşa Pasdarên Îranê cezaya bidarvekirin ji wî re hate dayîn.

Cezaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinê li ser Murteza Rehmanî hat sepandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x