Rêjeya beşdariya Hilbijartinên Parlamentoya Îranê çiqas bû?

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê bi rê ve çûn.

02.03.2024, Cts - 16:49

Rêjeya beşdariya Hilbijartinên Parlamentoya Îranê çiqas bû?
Nuçe Belav bike

Dengderên Esedulla Çiraxî li bajarê Dêlranê yê parêzgeha Îlamê ji bo serkeftinê şahî kir û şeva borî heta ku encama hilbijartinan yekalî nebû ranezan.

Li gorî rapora Navenda Hilbijartinan a Îlamê ji 471 hezar kesan, 259 hezar û 858 kesan deng daye ku ji sedî 55ê wan kesên ku mafê wan ê dengdanê heye dike.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Kirmaşanê Elî Şebanî got:

“Wan amarên ku radigihînim, amarên destpêkê ne. Divê amarên dawî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Encûmena Parastina Destûrê ve bên pesendkirin.

Piştre eger nerazîbûna berbijêran hebû, du roj dema wan heye ku îtiraz bikin.”

Her berbijêrekî ku ji sedî 20ê dengan bi dest bixe, wekî parlamenter tê hilbijartin.

Eger ti berbijêrek wê rêjeyê bi dest nexe, hilbijartin diçe gera duyem.

Li hejmarek bazineyên hilbijartinan ên Rojhilatê Kurdistanê hevrikiyeke gelekî dijwar di navbera neteweyên cuda de hebû.

Ji wan bazineyan li Makûya parêzgeha Urmiyeyê ku cara yekem e Kurdekî dengên pêwîst bi dest xistin, ew jî Umer Elîpûr e.

Li bazineya Nexede û Şinoyê jî welatiyê reformxwaz Ebdulkerîm Husên dengên pêwîst bi dest xistin.

Dengderên wî li ser cadeyên Nexedeyê şahiyê kirin û li avahiya Newrozê jî govend gerandin.

Hilbijartina roja înê sê caran û 6 demjimêran hat dirêjkirin, vê yekê wiha kir ku xelk zêdetir deng bide.

Ligel wê jî li gorî amarên destpêkê ku medya fermiya Îranê belav kirine, ji sedî 41 ê mafê wan ê dengdanê hebûye dengê xwe daye, ev jî tê wê wateyê ku rêjeya herî kêm a beşdariyê ye di dîroka Komara Îslamî de.

“Li Seqiz û Baneyê, bi kêf û coş û cihê matmayînê bû”

Li parêzgeha Sineyê jî Serokê Navenda Hilbijartinan Mehdî Remezanî got:

“Rêjeya beşdariyê li hemû navendên hilbijartinê, bi taybetî li bazineyên Seqiz û Baneyê, bi kêf û coş û cihê matmayînê bû.”

Wate bazineyeke ku çavkaniyeke nerazîbûnên du salên derbasbûyî bû.

Rojnamevan û şirovekarê siyasî Ferhad Emînpûr ji Seqizê li ser hilbijartinan axivî.

Di vê hilbijartinê de 15 hezar û 200 berbijêr li 31 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo bidestxistina 290 kursiyên parlamentoyê rikeberiya hev kirin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinan ji bo desthilat û neyarên Komara Îslamî jî girîng bû.

Dijberan dixwest rewatiya Komara Îslamî ya Îranê kêm bikin û desthilatê jî dixwest nîşan bide ku ligel bûyerên çend salên borî, dîsa jî hejmareke zêde ya xelkê pê re ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:24:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x