Salvegera kuştina Jîna Emîniyê nêzîk bû: Îranê zextên xwe zêde kirin

Çend roj berî salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emîniyê hêzên ewlehiyê yên Îranê xalê wê girt.

07.09.2023, Per - 06:17

Salvegera kuştina Jîna Emîniyê nêzîk bû: Îranê zextên xwe zêde kirin
Nuçe Belav bike

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku xalê Jîna Emîniyê, Sefa Elî li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.

Sefa Elî ji aliyê hêzên îstixbaratê yên Îranê (Îtlaat) ve hat girtin û wan ew ber bi cihekî nediyar ve bir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî destnîşan kir ku hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên Îranê bi wesayîtan beşdarî girtina Sefa Eliyê 30 salî bûye.

Jîna Emînî 13ê Îlona 2022yan ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve “ji ber ku cil û bergên wê ne li gor yasayên Îranê ne” bi awayekî nerewa, hat desteserkirin.

Keça Kurd Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan 3 rojan piştî ku bi şkenceyê hat desteserkirin, canê xwe ji dest da.

Piştî ku Jîna Emîniyê canê xwe ji dest da, destpêkê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û piştrê li Îranê bi hezaran kes derketine derve û bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” Îran şermezar kirin.

Her ku desthilata Îranê zordestiya zêde dikir, xwepêşanderan jî bêhtir daxwaza azadiyê kir.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî demeke veguherî bangên ji bo hilweşandina rejîmê.

Jinên Kurd bûne pêşeng

Di xwepêşandanan de jinan bi rakirina desmalên xwe rola pêşeng lîst.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hezaran kes hatin girtin, bi sedan kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin.

Bi sedan xwepêşanderên ku hatin girtin cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Îran hewl dide xwepêşandanan bitepisîne

Beriya hatina salvegera kuştina Jînayê, desthilata Îranê hewl dide ku xwepêşandan û bîranînên ku ji nû ve dest pê dikin bitepisîne.

Li gorî Hengawê, ji malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin herî kêm 72 kes hatine girtin.

Zextên Îranê yên li ser malbatan jî zêde bûne.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) anî ziman:

“Îranê ji bo ku merasîmên bîranînê li dar nexin gefê li malbatan dixwe.”

Hengawê diyar kir ku bav û xwişka Mihemed Hesenzade yê ku di xwepêşandanan de hatibûn kuştin, hatin girtin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan beriya salvegera kuştina Jîna Emîniyê, tepeserkirin û “girtinên kêfî” yên Îranê şermezar kir.

Li aliyê din, partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo salvegera kuştina Jina Emîniyê banga greva giştî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:05:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x