Serokkomarê Îranê: Agirê wan bombeyan dê Siyonîstan bipêçe

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî da zanîn ew dê li hemberî êrişa li Xezeyê bêdeng nemînin.

18.10.2023, Çar - 07:18

Serokkomarê Îranê: Agirê wan bombeyan dê Siyonîstan bipêçe
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îranê Reîsî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Agirê wan bombeyên ku îşev bi ser sivîlên bêsûc ên ku li nexweşxenaya li Xezeyê tedawî dibûn bariyan, dê di demeke nêzîk de Siyonîstan bipêçe.”

Li aliyê din, Reîsî ragihand ku roja çarşemê li Îranê şîna giştî ye û got, “Ti mirovê azad nikare li hemberî vî sûcê şer bêdeng bimîne.”

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:07:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x