Sine: 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteyeke zimanê Kurdî hat birîn

Mamostayeke zimanê Kurdî yê ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê “dûrxistina Kirmaşanê” jî lê hat birîn.

22.04.2024, Pts - 09:13

Sine: 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteyeke zimanê Kurdî hat birîn
Nuçe Belav bike

Çalakvana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê û mamosteyê Encûmena Fêrkirina Zimanê Kurdî ya Nojînê Soma Pûrmihemedî ji aliyê Dadgeha Sineyê ve bi girtina 10 salan û salek jî sirgûnkirina Kirmaşanê hat cezakirin.

Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Fêrkirina Zimanê Kurdî ya Nojînê û hevjînê Soma Pûrmihemediyê, Îdrîs Minberî li ser hesabê xwe yê Instagramê nûçeya cezaya wê ragihand.

Îdrîs Minberî da zanîn ku roja şemiyê Saziya Dadweriyê ya Îranê ew ceza li hevjîn û hevkara wî birîne.

Soma Pûrmihemedî bi mamostayên zimanê Kurdî Zara Mihemedî, Seywan Îbrahîmî û Îdrîs Minberî re bi salan e li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî çalak di warê fêrkirina zarok û ciwanan de xebatan dimeşînin.

Ew gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi tohmetên curbicur hatine desteserkirin.

Hinek ji wan tohmetan têkdana ewlehiya neteweyî ya Îranê û hewldana têkbirina ewlehiya civakê ye.

Her sê endamên din ên Nojînê beriya niha bi 32 sal cezayê girtîgehê hatibûn mehkûmkirin.

Zara Mihemedî 10 sal, Seywan Îbrahîmî 12 sal û Îdrîs Minberî bi 10 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin.

Soma Pûrmihemedî Çileya Paşîna 2023an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û dosyaya wê radestî Dadgeha Sineyê hatibû kirin.

Li gorî xala 15a Destûra Bingehîn a Îranê, perwerdeya bi zimanê zikmakî di dibistanan de ji bo hemû pêkhateyên cuda yên Îranê destûr hatiye dayîn.

Lê belê ev xala destûrê ji aliyê hikûmetê ve nayê bicihanîn û tê astengkirin.

Çalakvan, nivîskar û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê di 46 salên borî de berdewam hewl daye bi rêya encûmen û rêxistinan pirsgirêka civaka Rojhilatê Kurdistanê çareser bikin lê rastî reftarên tund ên dezgehên ewlehî û dadweriya Îranê tên.

Vî nûçeyê tevayî: 75 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:33:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x