Sûdanî gehişt Tehranê

Serokwezîrê Îraqê bi serdaneke fermî gehişt Tehrana paytexta Îranê û biryar e bi berpirsên Îranê re danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bike.

8 Çile 2025 - 08:20
8 Çile 2025 - 08:20
 0  382
Sûdanî gehişt Tehranê

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro gehişt Tehranê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Mêhr Abadê ji aliyê Wezîrê Aborê yê Komara Îslamî ya Îranê Ebdilnasir Hîmetî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Medyayên Îranê parve kiriye, serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Tehranê bihêzkirina peywendiyên navbera her du welatan e, herwesa li ser rewşa Rojhilata Navîn û deverê jî dê gengeşeyan bikin.

Hejmareke medyayên Îraq û Libnanê jî ji aliyê xwe ve parve kiriye, naveroka danûstandinên Sûdanî û berpirsên Îranê, ji bilî guhertinên Sûriyeyê; rewşa siyasî û serbazî ya Rojhilata Navîn jî dê tewerekî danûstandinan be, tevî gehandina peyama Amerîkayê li ser sinordarkirina desttêwerdanên Îranê di rewşa navxwe ya Sûriyeyê de.