Tehran 4 kesên din di bûyerên girtîgeha Êvîn de canê xwe ji dest dan

Desthilata Dadê ya Îranê ragihand, 4 girtiyên din li Zîndana Êvî a Tehranê canê xwe ji dest dane. Pêştir Îranê canjidestdana 4 girtiyên di wê girtîgehê de ragihandibû û bi vê yekê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest dane.

17.10.2022, Pts - 12:04

Tehran 4 kesên din di bûyerên girtîgeha Êvîn de canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Desthilata Dadê ya Îranê îro Duşembê 17ê Cotmeha 2022an ragihand, ew 4 kes roja Yekşembê piştî nîvro canê xwe ji dest dane û 6 birîndarên din ên bûyerên şeva 15ê Cotmeha 2022 a Zîndana Êvînê hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Roja Yekşembê jî desthilata dadê ya Îranê gotibû, bi sedema şewata li girtîgeha Êvînê 4 kesan canê xwe ji dest dane ku li ser diziyê hatibûn girtin û 61 kes jî birîndar bûn ku rewşa tendirustiya 4 kesan ne baş e.

Şeva Şembiyê 15ê Cotmeha 2022 agir bi beşek ji girtîgeha Êvîn a Tehranê ketibû û hevdem dengê teqînan û guleyan dihat bihîstin.

Rayedarên Îranê ji destpêkê ve bi awayên cuda behsa bûyerên li girtîgeha Êvînê dikin.

Desthilata Dadê ya Îranê di yekemîn daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de ragihand, 4 kes bi sedema dûkelê xeniqîne û canê xwe ji dest dane.

Medyaya fermî ya Îranê roja Yekşembê ragihand, di benda 4 a girtîgeha Êvînê de ew kesên ku li ser dizî û pirsgirêkên darayî hatine girtin, bi hev re şer kirine û piştre hejmarek ji girtiyan agir berdane kargeheke dirûna cilûbergan a di girtîgehê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x