Tehran: Cezayê sêdareyê li ciwanekî hatiye birrîn

Endazyar Perham Perwarî xelkê bajarê Seqizê ku di xwepêşandanên Tehranê de bi tundî hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tometa ‘’şerê dijî Xwedê’’ hatiye tawanbar kirin û cezaya sêdareyê lê hatiye birrîn.

17.11.2022, Per - 07:45

Tehran: Cezayê sêdareyê li ciwanekî hatiye birrîn
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora ku gihaye Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw, dadwerê girtîgeha Êvînê, Parham Perwarî (25 salî) kurê Muzefer bi tawanên cengê hatiye tawanbarkirin.

Li gorî Muzefer Parwarî, kurê wî roja duşemî 03.10.2022an dema ku ji karê xwe diçû malê hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Parhem Pervarî li gor yasayên navxwe yên Komara Îslamî ya Îranê ji hemû mafên girtiyan bê par hatiye girtin, ji wan jî mafê wergirtina parêzger û pêwendiya bi malbata xwe re. Niha li benda 209a Girtîgeha Êvînê ye.

Perhem Perwarî ji bilî karkirina weke endezyar di kompaniyek li Tehranê de, mamostayê avjeniyê ye û di çend pêşbirkan de li astên cuda de medalya bidest xistiye.

Tawanên cengê li gor yasayên Komara Îslamî ya Îranê, ji cezayên herî giran e.

Tevî dilgiraniya xwe li ser rewşa Parham Parvarî, Hangaw tekez dike ku ji destpêka binçavkirina xwe ya bi tundî ve, ji hemû mafên sereke yên tawanbar û dadgehkirina dadmend bêpar bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x