Tehran soza çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dide

Piştî çendîn meh qutkirina peywendiyên dîplomatîk û aborî ligel Başûrê Kurdistanê, dawî Komara Îslamî ya Îranê li ser asta bilind pêşwazî li Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel kir. Di hevdîtinên navbera herdû aliyan de berpirsên Tehranê ji bo navbijêniya navbera Hewlêr û Bexdayê amadebûna xwe pêşan dan.

22.01.2018, Pts - 08:36

Tehran soza çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dide
Nuçe Belav bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazîm Debax, derbarê serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serokayetiya wê dikir, ji Rûdawê re got: “Serdan û hevdîtinên ligel berpirsên Îranî, gelekî girîng bûn. Di hemû hevdîtinan de piştgiriya Îranê bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat tekezkirin.”

Di serdana roja Yekşemê (21.01.2018) de şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, Serokê Parlamentoyê Elî Larîcanî û Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî civiya.

Li gor daxwiyaniyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinan de Hesen Rûhanî “parastina peywendiyên Hewlêr û Tehranê bi pêwist zaniye bi taybetî ku Herêma Kurdistanê girîngiyê bi asayîşa Îran û navçeyên ser sînor dide.” Herwiha hêvî kiriye ku aramî were navçeyê û xelkê Herêma Kurdistanê di nav xêr û xweşiyê de bin.

Nazim Debax ku yek ji beşdarên serdan û hevdîtinan bû wiha dibêje: “Tekez li ser wê yekê hat kirin ku Îran palderekî baş a Bexdayê dibe daku ambargoya ser Herêma Kurdistanê rake. Ji Nêçîrvan Barzanî rî gotin; ji bo hevkariyê her dema ku pêwistî bi Îranê hebû em texsîr nakin. Tê çaverêkirin jî Îran ligel Ebadî bikeve peywendiyê bo danûstandinên ligel Herêma Kurdistanê bigihin encamekê.”

Di daxwiyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî wiha tê gotin: “Serokkomarê Îranê, çareserkirina pirsgirêkan, misogerkirina mafên xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyên din ên Iraqê li ser bingehê destûrê pêwist dibîne. Di vê derbarê de spasiya şanda Herêma Kurdistanê kir ku li Bexdayê bû û dest bi gotûbêja çareserkirina pirsgirêkan kiriye.” Herwiha Elî Şemxanî jî got: “Em piştgiriya siyaseta nû ya Hewlêrê dikin.”

Derbarê gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê de Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re wiha axifî: “Ebadî dixwaze paşeroja xwe ya piştî hilbijartinan misoger bike. Hesabê wan dengan jî dike ku li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê kom dike. Loma balans radigire û hişkbûna beyannameya civîna ligel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê jî zêdetir bo razîkirina Şîeyan bû.”

Li gor Erefat Kerem, Ebadî zêdetir di jêr guşara Amerîkayê de ye û vexwendina şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tehranê bi rewşa navxwe ya Îranê ve girêdayî ye û dibêje: “Rewşa Îranê ne baş e, rast e control kirine, lê rewş dikele, ew jî hesabekî taybet bo Herêma Kurdistanê dikin, bila her bibêjin herêm e û beşeke ji Iraqê, lê rastî hikûmet e, dewlet e, parlamento ye û artêş û hêza wê ya ewlekariyê heye.”

Civîna dawî ya şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî bû. Larîcanî, piştgiriya welatê xwe bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê pêşan da. Serokê Parlamentoya Îranê hêvî kir ku hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi rêya diyalog û li ser bingehê destûrê bên çareser kirin û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê bên temîn kirin.

Biryar e îro (22.01.2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bicive, lê li gor axaftina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji ber ajandeya kar Barzanî nikarî bimîne û şevê din vegeriya Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x