Wezîrê Derve yê Îranê: Metirsiya şerê Îran û Îsraîlê gelekî zêde ye!

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerîf gef li Amerîka û Îsraîlê xwar û ragihand, metirsiya şerê Îran û Îsraîlê gelekî zêde ye!

17.02.2019, Paz - 12:26

Wezîrê Derve yê Îranê: Metirsiya şerê Îran û Îsraîlê gelekî zêde ye!
Nuçe Belav bike

Li Civîna navdewletî ya Mûnîxê, ku taybet li ser ewlehiya cîhanê ye, Wezîrê Derve yê Îranê axifî.

Heta niha nûner û rayedarên gelek welatan di civînê de axivîne û siyaseta welatê xwe anîne ziman.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerîf jî îro axivî. Zerîf herî zêde behsa nakokiyên Îranê bi Amerîka û Îsraîlê re kir û ragihand, Amerîka û Îsraîl qanûnên navdewletî binpê dikin.

Zerîf gef li Îsraîl jî xwar û ragihand, metirsiya şer di navbera Îran û Îsraîl de gelekî zêde ye. Eger binpêkirina qanûnên navdewletî ji aliyê Amerîka û Îsraîl ve bidome, ev metirsî dê zêdetir jî bibe.

Wezîrê Derve yê Îranê, li ser bernameya mûşekî ya Îranê jî got, dibêjin bila Îran mûşekan çêneke. Ma wextê êrişî me kirin emê xwe bi şûran biparêzin! Kê dê alîkariya me bike…!

Îranê heta niha gelek caran gefa pelixandinê li Îsraîl xwariye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 956 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x