Wezîrê Kurd yê kabîneya hikûmeta Îranê dest ji kar berda

Wezîrê Kar ê Îranê Hucetulla Ebdullmelikî bo duyem car nameya dest jikarberdana xwe radestî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kir û hat qebûlkirin.

14.06.2022, Sal - 14:38

Wezîrê Kurd yê kabîneya hikûmeta Îranê dest ji kar berda
Nuçe Belav bike

Demek bû kesên xanenişîn daxwaza dest jikarkişandina Wezîrê Kar ê Îranê dikirin. Hucet Ebdulmelekî bi binpêkirina yasayê dihat tohmetbarkirin. Ebdulmelekî derbarê mijarê de îro li ser tora civakî ya Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje: "Destjikarkişandina min bo wê yekê ye ku hevahengî di nav hikûmetê de zêdetir bibe."

Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadorî Cehromî got "Birêz doktor Ebdulmelekî, berê jî dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî serokkomar kiribû, lê serokkomar doh dest ji kar kişandina wî pesend kir, dest ji kar kişandina wî ji bo bihêzkirina hevkariyên navxwe yên hikûmetê û baştirkirina xizmetguzariyan bo xelkê bûye."

Ebdulmelekî wek yek ji xwedî nerînên aboriya berevaniyê ya Îranê dihat naskirin. Helwêst û kiryarên wî rûbirûyê gelek karvedanan dibûn. Nerazîbûna xanenişînan ji wî, derbarê daxwaza wan a zêdekirina mûçe de bû.

Encûmena Bilind a Kar, biryar dabû mûçeyê îsal ê xanenişînan %38 bê zêde kirin, lê Ebdulmelekî bo %10 kêm kir, xanenişîn vê yekê wek binpêkirineke bê mînak a yasayî dibînin. Lê ew vî karî yasayî dibîne.

Ebdulmelekî bi wê yekê dihat tohmetbarkirin ku desthelata xwe xirab bikar aniye û kesên nêzîkê xwe li wezareta kar damezrandine. Demekê berî niha li Parlamentoyê jî li ser vê mijarê pirsyar jê hat kirin.

Parlamenter Nasir Musevî Larganî diyar kir "Berpirsyarî bo hinek kesan tê dayin ji bo ku bêdeng bin û dabeşkirina destkeftan ji bo dabîn kirina têçûya maddî û manevî yên wezîr di hilbijartinên pêş de, du rêyên stratejîk ên birêz Ebdulmelekî ne."

Ebdulmelekî ev tohmet red kirin, parlamento jî bi bersivên wî razî bû. Hinek nerînên Ebdulmelekî balkêş bûn.

Wezîrê Berê yê Kar Hucet Ebdulmelekî dibêje "Eger ji şiyanên beşên bazirganî, veguhistina xizmetguzariya darayî, derya, cotkarî û kanzayan sudê werbigrin, petrolê jî bi xavî nefroşin, hejmara niştecihan bigihe 150 miliyon kesan jî, dikarin bibine hêza yekê ya cîhanê."

Sala 2020ê Ebdulmelekî gotibû, bi milyonek Tumen jî mirov dikare bo kesekî derfeta kar peyda bike. Soz da ku her sal zêdeyî milyonek derfetên kar peyda bike, lê salek di ser dema wezîrtiya wî re derbas nebû û yekem wezîrê kabîneya Îbrahîm Reîsî xatir xwest.

Ebdulmelekî, Hewramî û xelkê bajarê Qurne yê Rojhelatê Kurdistanê ye. Ji niha û şûnde dibe şêwirmendê serokkomar. Ew di rewşekê de vekişiya ku derbarê rewşa aborî û giraniya bazarê de, nerazîbûnên ji hikûmet zêde dibin û behsa pêkanîna guhertinan di hikûmetê de dihat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x