Xamaneyî yekem car li ser kuştina Jîna Emînî tweetek belav kir

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yekem axaftina xwe derbarê kuştina keça kurd Jîna Emînî li Tehranê kir.

03.10.2022, Pts - 11:49

Xamaneyî yekem car li ser kuştina Jîna Emînî tweetek belav kir
Nuçe Belav bike

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî îro bo yekemîn car piştî derbasbûna 17 rojan bi ser bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî û xwepêşandanên berfireh ên paşê, derbarê bûyerê de axivî.

Ayetullah Elî Xaminêyî îro di merasima derçûna hejmarek efseran li Tehranê amade bû û derbarê bûyera canjidestdana Jîna Emînî de axivî.

Li ser twittera Farsî ya Xaminêyî gotinên wî yên derbarê mijarê de wiha hatiye belavkirin: “Ev bûyera ku hate pêş, keçeke ciwan wefat kir. Bûyereke tal bû. Dilê me jî şewitî. Lê berteka bo vê bûyerê bêyî ku lêkolînek hatibe kirin, ev nebû ku hejmarek kes cadeyê ne ewle bikin, mizgeft û huseyniye û bankan bişewitînin, otomobîlên xelkê bişewitînin. Ev tevger normal nebûn. Ev alozî plankirî bû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x