Xeyala 38 salî ya Îranê bicih hat

Rojnameya The Times ya Birîtanî, di raporekê de behsa giringiya kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal ji bo Îranê dike û dibêje: \"Îran li ser paşmayên DAIŞê Hîlala Şî`î ava dike.\" Ev yek jî xeyala Îranê ku 38 sale bicih tîne.

22.11.2017, Çar - 08:53

Xeyala 38 salî  ya Îranê bicih hat
Nuçe Belav bike

Li gorî raporê, piştî ku rêjîma Sûrya bajarokê El-Bûkemal kontrol kir, ku ew jî li ser sînorê di navbera Sûrya û Iraqê de ye, niha Îran û hêzên ser bi Taranê ve li wê deverê mijûlî danîna bingeha Hîlala Şî`î ne, ku bi riya wê Taranê bi Derya Sipî ve girêdide.

Kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal gellekî ji Îranê re giring bû, lewra ne tenê hêzên Rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji milîsên Şî`e di operasyona kontrolkirina wî bajarokî de şer kirin, lê Taranê fermandarê feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî jî tevlî wî şerî kir û tevî ku Silêmanî kêm car cihê xwe di şerên Sûriyê eşkere dike, lê vê carê bi girteyên vîdyoyî di nav û derdora bajarokê El-Bûkemal de Silêmanî hêza xwe pêş cîhanê kir wek nameyekê ku xeleka dawî ji Hîlala Şî`î pêk hat û ji wir jî nameyek ji rêberê Komara Islamiya Îranê re Elî Xamineyî re şand û têde bidawîhatina DAIŞ\'ê ragihand.

\"\"

Rojnameya Quds ya Îranî jî Îro di manşêta xwe ya serekî de dibêje: \"Piştî bidawîhatina DAIŞê rê li ber azadkirina Qudsê hat vekirin û niha dora şerê Israîlê hatiye.\"

Ji aliyê xwe ve rojnameya \"Meşriq News\" ya ser bi Supaya Pasdaran ve di raporekê de got: \"Bi kontrolkirina El-Bûkemal, sêgoşeya Israîlî - Erebî- Rojavayî hat şikestin û vê yekê Taran bi riya bejayî gihandiye ser Derya Sipî û divê cîhan li hêviya guhertina belansa hêzê be li rojavayê Asya\".

Karar
Vî nûçeyê tevayî: 1469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x