Yekîtiya Ewropayê berî salvegera kuştina Jîna Emîniyê hişyarî da Îranê

Yekîtiya Ewropayê di yekemîn salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emîniyê de ku ji aliyê polîsên Îranê ve hat kuştin bangî Îranê kir ku rêzê li mafên mirovan bigire.

16.09.2023, Cts - 08:23

Yekîtiya Ewropayê berî salvegera kuştina Jîna Emîniyê hişyarî da Îranê
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Ewropayê herwiha hişyarî da Îranê û diyar kir ku divê peymanên navneteweyî yên ku Îranê îmze kiriye bi cih bîne û dawî li girtina welatiyên Yekîtiya Ewropayê bîne.

Ofîsa Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ji bo yekemîn salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emîniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku midaxeleya Îranê ya li hemberî xwepêşandanên ku bi kuştina Jîna Emîniyê dest pê kir, bûye sedema bi sedan mirin û bi hezaran desteserkirin.

Ofîsê herwiha bal kişand ku azadiya raman û derbirînê li Îranê hatiye astengkirin û mafên mirovan tên binpêkirin.

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyê de bangî Îranê kir ku hemû cureyên cudakariya sîstematîk a li dijî jin û keçan a di jiyana giştî û taybet de û herwiha cezayê darvekirinê ji holê rake.

Di daxuyaniyê de bangî Îranê hat kirin ku li gorî peymanên navneteweyî ji bo komkirina amaran bi serbestî rê bide rayedarên Neteweyên Yekbûyî biçine Îranê û got:

“Yekîtiya Ewropayê dê berdewam be ku hesab ji tawanbarên tundûtûjî û binpêkirina mafên mirovan bixwaze.”

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê Îlona 2022yan li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta ku cilûbergên wê ne li gorî hîcaba Îslamê ye hatibû desteserkirin û piştî ku ew bir nexweşxaneyê, di 16ê Îlona 2022yan de canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x