Yekîtiya Ewropayê sepandina hin sizayan bi ser Îranê de gotûbêj dike

Yekîtiya Ewropayê îro dicive û sepandina hejmarek ji sizayan bi ser Îranê de gotûbêj dike

17.10.2022, Pts - 07:15

Yekîtiya Ewropayê sepandina hin sizayan bi ser Îranê de gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Tê çaverêkirin wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê, li ser tundûtûjiya Hêzên Ewlehiyê li dijî xwepêşanderan, çend sizayan li ser wî welatî bisepînin, ji wan: Qedexeya geştkirina çend berpirsekî Îranî bo welatên Yekîtiya Ewropayê, û hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku, qedexekirin 15 berpirsên Îranî li xwe digire ku, bi gotina Ewropiyan, tundûtûjî li beramber xwepêşanderan kiriye.

Herwiha Yekîtiya Ewropa dixwaze pişka çend berpirsên Îranî li bankan blok bike.

Ji bilî wê, Fransa û Almanya di wê baweriyê de ne ku, pêwsît e sizayên nû li ser Îranê bêne sepandin, li ser firotina dronan bo Rûsya ku wan li dijî Ukrayna bikar tîne û bi binpêkirina biryara 2231 a Encûmena Asayişê ya Navdewletî dibîne.

Her çiqasî wezîrê derve yê Îranê, di pêwendiya telefonî de, ligel Josep Borrell, berpirsê pêwendiyên derve yên Yekîtiya Ewropayê, haydarî da welatên Yekîtiyê, derbarê sepandina sizayan, lê çavkanî di wê derbarê de behsa rijdbûna welatên Yekîtiyê dikin.

Haydariyên Îranê li ser zimanê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî hatin tekezkirin.

Nasir Kenanî ragihand, “Em dê li hember her core hewlekê rawestin ku, mebest jê sepandina sizayên nû be li ser Îranê, bi taybetî ji aliyê welatên rojava ve. Herwiha li dijî her rêkareke taybet bi sînordarkirina gelê Îranê û hikûmeta wê, radiwestin û di dema guncaw de, bersivê didin.”

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbasî heftiya pêncem dibin.

Agirpêketina şeva 15ê vê mehê, li Zindana Êvîn a Tehranê ku bi gotina hikûmeta Îranê di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, agirê wan xwepêşandanan xweş kir û kolanên bi dehan bajarên din qerebalixtir kirin.

Li ser asta cîhanê, piştgirî ji bo xwepêşandanan bêhtir û firehtir dibin.

Li Prîştîna ya paytexta Kosovo, hejmareke jin ji bo piştgirîkirina xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn.

Erza Dubova, welatiya Kosovoyê ku di çalakiyê de beşdar bû, dibêje, “Min biryar da porê xwe bibirrim da ku piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê derbibirrim. Ez dixwazim hevsoziya xwe ji bo gelên Îranê li dijî kiryayên dirindane yên Polîsên Rewiştê diyar bidim biyarkirin.”

Biryar e roja 22ê vê mehê, mezintrîn xwepêşandan li Berlîn a paytexta Almanyayê ji bo piştgirîkirina li xwepêşandanên Îranê birêve biçe û tê çaverêkirin bi sedan hezar kes beşdariyê tê de bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x