Zêdeyî 2500 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine

Ji destpêka pêla xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve ku meha Îlona borî destpê kirin, zêdeyî du hezar û 500 Îraniyan welatê xwe bicîh hiştine û ber bi Almanyayê ve reviya ne û li wir daxwaza mafê penaberiyê kirine.

21.12.2022, Çar - 09:30

Zêdeyî 2500 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine
Nuçe Belav bike

Roja Çarşembê 21ê Kanûna 2022ê, medya Almanyayê belav kiriye ku ji meha Îlona borî ve ku hevdem e ligel destpêkirina xwepêşandanên navxwe yên Îranê, bi awayekî berçav Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine û ji meha Îlonê ve û heta niha du hezar û 544 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê ji wî welatî kirine.

Li gor amarên Ofîsa Penaber û Koçberan a Almanyayê, di meha Îlona borî de, 613 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê kirine, meha Cotmehê hejmar zêde bûue û 892 Îraniyan heman daxwaz kirine û di meha Mijdarê de jî hejmar du qat bûye û hezar û 39 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Ev di demekê de ye di 12 mehên sala borî de du hezar û 693 Îraniyan daxwaza mafê penaberiyê pêşkêşî hikûmeta Almanyayê kirine, di demekê de heta destpêka vê mehê, hejmara Îraniyên daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine pênc hezar û 447 daxwaz bûne ku ev hejmar jî li gor sala borî du qat zêde bûye.

Herwiha Partiya Kesk a Almanyayê ku yek ji partiyên pêkhênerên hikûmeta Almanyayê ye, dibêje divê rewşa xirab a Îraniyan li ber çav bê girtin, daxwaza mafê penaberiyê ya hemûyan bê qebûlkirin, jiyana wan bê parastin û nabe bi ti awayekî bên dersînorkirin.

Li gor medya Almanyayê, ji destpêka xwepêşandanan ve, Almanyayê proseya dersînorkirina penaxwazên Îranî bo welatê wan rawestandiye. Li gor raporeke Wezareta Navxwe ya Almanyayê ku Cotmeha îsal belav kiriye, nêzîka 12 hezar penaxwazên Îranî li Almanyayê dijîn ku mafê wan ên penaberiyê hatiye redkirin û li benda biryara desrsînorkirinê ne. Berî destpêkirina xwepêşandanan jî îsal tenê 31 Îranî hatine dersînorkirin û sala derbasbûyî jî tenê 28 Îranî bo welatê wan hatine dersînorkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x