Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku ew bi kêfxweşî piştgiryê didin biryara çekdanînê ya PKKyê dikin û got ku ev gav dikare bibe alîkar ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiye û seranserê herêmê.
Husên tekezî kir ku di vê pêvajoyê de pêwîst e Bexda, Hewlêr û Enqere bi hev re hevkariyê bikin.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, di konferanseke çapemeniyê ya li Bexdayê de li ser mijarên rojevê axivî.
Fuad Husên bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz da û biryara çekdanîn û xwefesixkirinê ya ya PKKyê nirxand.
"Biryara PKKyê dikare ji bo aştiyê bibe derfetek "
Fuad Husên got: "Em kêfxweş in ku PKKyê ev biryar daye. Em hêvîdar in ku ev ji bo Tirkiye û herêmê ber bi aştiyê ve bibe gavek."
PKKyê piştî Kongreya xwe ya 12emîn ragihandibû ku biryar daye dawî li şerê çekdarî bîne û xwe fesix bike.
"Di vê pêvajoyê de hevkariya sêalî pêwîst e"
Fuad Husên derbarê hûrgiliyên pêvajoya çekdanînê de jî wiha got:
"Derbarê vê biryarê de me bi aliyê Tirkî re hevdîtinên kûr pêk anîn. Nêrîneke zelal heye.
Têkildarî vê pêvajoya girîng, divê di navbera Bexda, Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevkarî hebe.
Em hêvîdar in ku ev biryar li Tirkiye û seranserê herêmê bibe gaveke berbiçav ber bi rêya aştî û aramiyê ve."
Lûtkeya Yekîtiya Ereban û pêşketinên herêmî
Husên di axaftina xwe de behsa Lûtkeya Yekîtiya Ereban ya ku wê 17ê Gulanê li Bexdayê bê lidarxistin jî kir.
Wî diyar kir ku Îraq dê di vê lûtkeyê de li ser xalên wekî pêşxistina helwesteke hevbeş a welatên Erebî, xurtkirina aramiya aborî û siyasî ya herêmî tekezî bike.
Daxuyanî li ser serdana Trump
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên her wiha behsa serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Rojhilata Navîn jî kir.
Husên got: "Serdana Serok Trump a ji bo Erebistana Siûdî û hinek peymana di navbera wî û serkirdeyên Kendavê de cihê kêfxweşiyê ye.
Em ji biryara Serok Trump a rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê jî kêfxweş bûn."