Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît

Bijîşkekî xelkê Dihokê dermanek amade kiriye ku bi rêjeya ji sedî 95 xaneyên penceşêra malzarokê ji nav dibe.

09.05.2025, Cum - 11:49

Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Nuçe Belav bike

Mamosteyê Zanîngeha Bijîşkiyê ya Dihokê Dr. Hejmet Ebdulxaliq ji ajansa Rûdawê re ragihand:

“Cara yekem e li ser asta cîhanê riwekeke bi navê Centrapalus paucifloris (CCF) hatiye dîtin û li ser gelek cureyên penceşêrê hatiye ceribandin.

Diyar bûye ku ji sedî 95ê xaneyên penceşêra malzarokê HPV-18 ji nav dibe.”

Dr. Hejmet Ebdulxaliq da zanîn ku Wezareta Hilberîn û Zanistê ya Macaristanê du caran piştgiriya wî kiriye.

Cara yekem di warê kîmyayê de û cara duyem jî di dîtina vê riwekê de ku ji bo cara yekem lêkolînek bi navê Kurdistanê hat tomarkirin.

Dr. Hejmet Ebdulxaliq behsa wê yekê kir ku lêkolîna sereke li ser nehatiye kirin, ji ber ku pêdivî bi budceyeke zêde heye.

Ev lêkolîn sala 2020an dest pê kiriye û di dawiya sala 2023yan de qediyaye, îsal bi nivîskî hatiye pêşkêşkirin.

Dr. Hejmet Ebdulxaliq berê jî bi rêya zanistî, bandora tîrêjên Xê yên li ser fîzyolojiya laşê mirov diyar kiribû ku ew karkerên di vî warî de kar dikin, guherîn di hormonên wan de çêdibin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x