Cîgirê Erdogan: Gelek kes dixwazin pêvajoya çekdanîna PKKê asteng bikin

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz derbarê biryara dawî ya PKKê ya ji bo çekdanîn û xwehilweşandinê de got, piştî vê biryarê ew gihiştine qonaxeke nû. Yilmaz herwiha hişyarî da ku gelek kes hene, çi li hundir çi li derve, ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin.

14.05.2025, Çar - 11:03

Cîgirê Erdogan: Gelek kes dixwazin pêvajoya çekdanîna PKKê asteng bikin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, doh 13ê Gulanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Pêvajo hêj bi temamî bi dawî nebûye. Mijara herî girîng di vê qonaxa nû de ew e ku PKKê xwe hilweşîne. Ew ê çekan deynin, lê divê ev yek bikeve warê cibicîkirinê."

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê teqez kir, ew wek desthilatdarî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wiha pê de çû: "Em hêvîdar in ev pêvajo bi lez bê cîbicîkirin, ji ber ku gelek hestiyar e."

Yilmaz herwiha bal kişand ser egera derketina hin astengiyan got: "Çi li hundir, çi li derve, gelek kes hene ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin. Yên ku dixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê berdewam bikin, ji destpêkirina pêvajoya aştiyê ne razî ne."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja 12ê Gulanê di daxuyaniyekê de encamên Kongreya xwe ya 12emîn ragihandibû. Kongre di navbera 5 û 7ê Gulanê de, li ser banga Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin.

Di daxuyaniya PKKê de hatibû gotin: "Têkoşîna PKKê siyaseta înkar û wêrankariyê ya li dijî gelê me ji holê rakiriye, pirsa Kurd bi rêya siyaseta demokratîk gihandiye xala çareseriyê û di vî warî de PKKê erka xwe ya dîrokî bi cih aniye. Li ser vê bingehê, Kongreya 12emîn a PKKê, bi mebesta cîbicîkirin û birêvebirina pêvajoya pratîkî di bin serokatiya Rêber Apo (Abdullah Ocalan) de, biryara hilweşandina avaniya rêxistinî ya PKKê û dawîanîna li şêwaza têkoşîna çekdarî da. Herwiha dawî li wan çalakiyan anî ku bi navê PKKê tên kirin."

PKKê di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya civaka Tirkiyeyê kiribû, pêşwazî li pêvajoya nû ya aştiyê bikin û gotibû: "Di vê qonaxê de girîng e ku Parlamentoya Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rola xwe bilîze."

 

Vî nûçeyê tevayî: 98 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:37:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x