Amerîka daxwaza agirbestê li Xezzeyê dike

Cîgira serokê Amerîkayê ragihand, wan fişar li Îsraîlê kiriye ku rê bide alîkariyên mirovî yên zêdetir derbasî Xezzeyê bibin û tavilê şerê wêranker rawestîne.

04.03.2024, Pts - 06:58

Amerîka daxwaza agirbestê li Xezzeyê dike
Nuçe Belav bike

Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris li bajarê Selma yê li wîlayeta Alabamayê ragihand, tiştê ku ew her roj li Xezzeyê dibînin wêrankerî ye û divê şer tavilê raweste.

Cîgira serokê Amerîka got jî, wan fişar li Israîlê kiriye ku rê bide alîkariyên mirovî zêdetir bigihin Karta Xezzeyê, eger nebe rewş dê xerabtir bibe.

Harris got: “Hejmareke mezin ji Filistîniyên bêguneh li Xezzeyê hatine kuştin, ev yek tevlihevî ye û nayê qebûlkirin”. Her wiha bang li Îsraîl kir ku divê kar ji bo vegerandina pergala rêveberiyê ya li Xezzayê di zûtirîn dem de bike.

Ji 7'ê Cotmehê û vir ve hejmara kuştiyên şerê li Xezzeyê gihîştiye 30 hezar û 410 kesan. Rayedarên tenduristiyê yên Xezzeyê diyar kirin ku hejmara birîndaran jî gihîştiye 71 hezar û 700 kesan.

Nêzîkî 5 mehan e şerê Îsraîl û Hemasê berdewam e û tê çaverêkirin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya meha Remezanê agirbestê ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x