Trump: Îsraîlê mercên agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îsraîlê ew merc qebûl kirine da ku li Xezeyê agirbesteke 60 rojî were kirin.

02.07.2025, Çar - 11:07

Trump: Îsraîlê mercên agirbesteke 60 rojî ya li Xezeyê qebûl kirin
Nuçe Belav bike

Trump di posteke xwe ya li ser platforma Truth Social de diyar kir ku nûnerên wî li gel berpirsên Îsraîlê civîneke "dirêj û berhemdar" pêk aniyee.

Trump amaje bi hewlên ji bo pêkanîna agirbesta li Xezeyê kir û got:

"Îsraîlê ji bo encamdayîna agirbesteke 60 rojî, mercên pêwîst qebûl kirine. Em dê vê demê ji bo bidawîkirina şer bi hemû aliyan re bixebitin."

Trump her wiha destnîşan kir ku Qeter û Misira ku navbeynkariya dan û standinên agirbestê dikin dê "pêşniyara dawî" pêşkêşî Hemasê bikin û got:

"Ji bo qenciya Rojhilata Navîn, ez hêvî dikim ku Hemas vê rêkeftinê qebûl bike. Ji ber ku rewş ji vê baştir nabe dê tenê xirabtir bibe."

Trump di daxuyaniyeke xwe ya berê de ragihandibû ku ew dê hefteya bê li Washingtonê li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bicive û ew dê mijarên Xeze û Îranê gotûbêj bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:43:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x