Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ji bo rizgarkirina rojavayê Musilê artêşa Iraqê dest bi operasyonê kiriye.

19.02.2017, Paz - 07:06

Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman da Artêşa Iraqê ku operasyonê li rojavayê bajarê Mûsilê yê Iraqê destpê bikin.

Ebadî di fermana xwe de diyar kir ku bila girîngiyê bidin rizgarkirina mirovan bêhtir ji ya xakê.

Operasyona kontrolkirina Mûsil 17ê Cotmeha 2016an dest pê kiribû û operasyon bi beşdariya Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên herêmê pêk hatibû.

Piştî 3 mehan, 24ê Rêbendana 2017ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x