Artêşa Sûriyeyê kete El Babê

Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê ji aliyê başûr ve kete bajarê El Babê. Di navbera artêşa Sûriyeyê û rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û balafirên rûsî jî çeperên rêxistinê bombe dike.

11.02.2017, Cts - 14:03

Artêşa Sûriyeyê kete El Babê
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê hatine wergirtin leşkerên sûriyeyî ji aliye başûr ve ketin nava bajarê El Babê. Artêşê herî dawî şevê din gundê Ebû Taltal û Dery Kak bi dest xistibû û bajêr dorpêç kiribû.

Di operasyona rizgarkirina bajarê El Babê de Hêzên Piling ên artêşê jî cih girtin û fermandariya operasyonê yek ji leşkerên artêşê ku heta niha gelek cih ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistine Mîralay Suheyl Hassan birêve dibe.

Leşkerên artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Rûsyayê bi pêş ve diçin û herî dawî li herêma siloyan bi DAIŞê re di şer û pevçûnê de ye. Di vê navberê de 3 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê ji terefê artêşê ve hatin îmhakirin û li gorî zanyariyan DAIŞ di şer de sivîlan wek mirtal bi kar tîne.

Bajarê El Babê 40 kîlometro dûrî sînorê Tirkiyeyê, 35 kîlometro jî dûrî Helebê ye û derdora 60 hezar însan lê dijîn. Bajar di sala 2012an de ji terefê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatibû bidestxistin û di sala 2014an de jî bajêr ketibû destê DAIŞê.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x