piştî ku, roja înê li Tehranê êrîşekî çekdarî li ser balyozxaneya Azerbaycanê hatibû kirin û di encam de du kes hatibûn kuştin, îro 30.01.2023yê Azerbayicanê ragihand ku, balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi temamî vala kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Azerbaycanê, tevahiya çalakiyên xwe yên dîplomatîkî rawestandiye û tevahiya dîplomatên xwe jî ji Îranê derxistiye.
Weke tê zanîn ji ber şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê jî di navbera Îran û Azerbaycanê de nakokiyên gelek mezin hene.