Bexdayê biryara Ala Kurdistanê red kir

Parlamentoya Iraqê biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser tevahî sazî û dezgehên hikûmî de qebûl nekir.

01.04.2017, Cts - 13:15

Bexdayê biryara Ala Kurdistanê red kir
Nuçe Belav bike

Perlamentoya Iraqê biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê Ala Kurdistanê de red kir û biryar da, ku tenê Ala Kurdistanê li Kerkûkê were bilindkirin.

Parlamentoya Iraqê di rûniştina îro de biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser tevahî sazî û dezgehên hikûmî de nirxand. Parlamentoyê bi piraniya dengan ev biryar red kir.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, parlamenterên kurd rûniştin boykot kirine. Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Sîrwan Sîrînî ji Rûdawê re ragihand; “Li Iraqê bi ti awayî li hember îradeya kurdan rêz nayê girtin.”

Hevdem parlamenter Adil Nûrî jî got; “Îro yekemîn şerê li pey nemana DAIŞê dest pê kir. Hemû ereb li dijî kurdan bûne yek. Kurd jî li hember vê yekê bûne yekdeng û rûniştinên parlamentoyê boykotkirin.”

Di rûniştina îro de Seropê Parlamentoya Iraqê mafê axaftinê neda parlamenterên kurd.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî derbarê biryara Civata Parêzgeha Kerkûkê de ji Rûdawê re gotibû; "Ev biryar ne li gorî yasa û destûra Iraqê ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x