Brîtanya û Amerîkayê êrişî Yemenê kir: Hedef Husî ne

Brîtanya û Amerîkayê şeva borî êrişî Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê kir.

12.01.2024, Cum - 05:47

Brîtanya û Amerîkayê êrişî Yemenê kir: Hedef Husî ne
Nuçe Belav bike

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Şeva borî Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak bi encûmena wezîran re civîneke lezgîn kir û biryara êrişê hat standin.

Piştî vê biryarê Brîtanya û Amerîkayê êrişî Husiyên li Yemenê kir.

Rayedarên Amerîkayê destnîşan dikin ku êriş bi balafir, keştî û keştiyên binê avê û mûşekên Tomahawkê hatiye kirin.

Te ragihandin ku li Sanayê dengê sisê teqînan hatiye bihîstin.

Rayedarekî Amerîkayî ji CNN Internationalê da zanîn ku Brîtanya û Amerîkayê gelek navendên Husiyan ên li Yemenê kirine armanc.

Rayedarekî din ê Amerîkayî jî destnîşan kir ku wan ji hewa û bejahiyê ve li gelek navendên Husiyan xistiye û armanca wan qelskirina êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor e.

Biden: Min ferman da

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî li ser êrişan daxuyaniyek da û diyar kir ku Awistralya, Behreyn, Kanada û Holendayê jî di van êrişan de piştgirî daye Brîtanya û Amerîkayê.

Jo Biden herwiha ragihand ku ev êriş bi fermana wî hatiye kirin û ji êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor re bersivek e.

Piştî ku Husî li Deryaya Sor keştiyên bazirganiyê dikin armanc bazirganiya bi vê rêye kêm bû û rêjeya bazirganiya bi rêya Deryaya Sor meha borî ji sedî 20 daket.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x