CHP:Divê karê sereke yê Tirkiyê girtina Efrînê be ne bajarê Reqayê.

Li gorî ajansa Ihlas a Tirkiyê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz di daxuyaniyeke ji bo wê ajansê de ragihand, ku beşdariya Tirkiyê di operasyona Reqayê de karekî şaş e û da xuyakirin, ku ew yek li ser daxwaza Amerîkayê ye.

24.02.2017, Cum - 18:34

CHP:Divê karê sereke yê Tirkiyê girtina Efrînê be ne bajarê Reqayê.
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê, Ozturk Yilmaz di daxuyaniyekê de ragihand, ku divê karê sereke yê Tirkiyê girtina Efrînê be ne bajarê Reqayê. Yilmaz herwiha got, Washingtonê xefik ji bo Enqerê daniye û Tirkiye ketiye xefika Amerîkayê.

Berpirsekê pilebilindê Partiya Komarî ya Gel (CHP) rexneyên tund li siyaseta Tirkiyê li hember Sûriyê û krîza li wî welatî girt û ragihand, ku siyaseta Enqerê ya derbarê Sûriyê de pêwîstî bi guhertinê heye.

Li gorî ajansa Ihlas a Tirkiyê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz di daxuyaniyeke ji bo wê ajansê de ragihand, ku beşdariya Tirkiyê di operasyona Reqayê de karekî şaş e û da xuyakirin, ku ew yek li ser daxwaza Amerîkayê ye.

Oztruk Yilmaz got, Tirkiye ketiye xefika Amerîkayê û şerê Reqayê jî weke ew xefik bi nav kir. Yilmaz diyar kir, ku armanca operasyona Reqayê, rewatîdan bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e.

Herwiha Yilmaz destnîşan kir, ku ew bawer nake ku guhertinekê mezin di siyaseta Amerîkayê ya derbarê Sûriyê de çê bibe û got, ku Washington dê li ser hêlên giştî yên siyaseta xwe ya di dema rêveberiya Barack Obama de berdewam be.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê di beşeke din a axavtina xwe de ragihand, ku Amerîka dixwaze li milekê bi hêzê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê û li milê din jî bi YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şerê DAIŞê bike û tekez kir, wisa xuya ye ku dê têkiliyên Amerîkayê û PYDê bihêztir bibin.

Oztruk Yilmaz da zanîn, ku karê sereke yê Tirkiyê li nav axa Sûriyê, ne ew e ku beşdarî şerê Reqayê bibe, belku ji bo Tikriyê Efrîn giring e û divê Enqere li gorî wê yekê siyaseta bike û tevbigere.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x