Di şerê Îsraîl û Hemasê de 16 rojnameger hatin kuştin

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşîn û vir ve li Xezeyê 16 rojnameger hatine kuştin.

21.10.2023, Cts - 13:57

Di şerê Îsraîl û Hemasê de 16 rojnameger hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) li ser malpera xwe hejmara rojmegerên ku hatine kuştin belav kir.

IFJyê di daxuyaniya xwe de got:

Di şer û pevçûnên ku li Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de li Xezeyê berdewam dikin de, heta niha 16 rojnameger hatine kuştin û gelek jî birîndar û winda bûne.

Li gorî IFJyê rojnamegerên ku li Xezeyê canê xwe ji dest dane ev in:

“Mihemed Elî, Xelîl Ebû Azira, Semîh en-Nadî, Isam Behar, Mihemed Belûşe, Ebdulhadi Hebîb, Husam Mubarek, Ehmed Şihab, Mihemed Fayiz Yûsif Ebû Matar, Said et-Tavil, Mihemed Subh, Hişam en-Nevaciha, Esad Şemleh, Mihemed es-Salihi, Îbrahîm Lafî û Mihemed Cerun”

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji rojnamegerek û nûçegihanekî wêneyan tu agahî nayê wergirtin.

Li aliyê din IFJê bagî rojnamegerên ku li qada şer kar dikin kir bêyî tedbîrên pêwîst danekevin qada şer.

Di daxuyaniya xwe ya berê de IFJê ragihandibû ku 13 rojnameger di êrişên Îsraîlê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x