Serokê Sûriyê geşbîne bi gotûbêj ên Astanayê
Parlementerekî Fransî piştî hevdîtinê li gel serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed radgehîne ku Esed amadebûna xwe ji bo diyalogê li gel 91 aliyên opazisyonê diyar kiriye û ev yeke wek amajeyeke ji bo gotûbêjên ku tê çaverêkirin li bajarê Astanayê bê encam dayîn.
Îro Beşar Esed pêşewazî li sê parlementerê rastgir yên Fransayê kir û parlementerê Fransayê, Mariani ji bo ajansa Frans Press ragehand ku:”Serokê Sûriyê geşbîn bûye bi gotûbêjên ku biryare li paytexta Kazakhistanê bê encam dan.”
Di bersiva pirsyarekê li ser tawanên rêjîm Sûriyê de Beşar gotiye ku ti şerek pak nîne û mikur hat ku hemû aliyan tawan encam da ne û Mariani ser zimanê Beşar ve, got:”Dibe ku hikûmetê jî hinek şaşî kiribin û ev yeke ne bi dilê min bûye û ez vê yekê şermezar dikim."