Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin

Fermandarê leşkerî yê Hizbulahê Elî Cemaledîn Cewad li Libnanê hat kuştin.

07.08.2024, Çar - 10:02

Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Îsraîlê ragihand ku Elî Cemaledîn Cewad li başurê Libnanê di operasyoneke wan de hatiye kuştin û got ku dê kuştina wî hêza leşkerî ya Hizbulahê kêm bike.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Elî Cemaledîn Cewad fermandarekî pilebilind ê “Hêza Ridwanê” bû ku baskê leşkerî yê Hizbulahê ye.

Hizbulahê piştrast kir

Hizbulahê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê piştrast kir ku Elî Cemaledîn Cewad hatiye kuştin.

Hizbulahê diyar kir ku fermandarê wan 37 salî bû û ew li başurê Libnanê li herêma Ebayê hatiye kuştin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, Hizbulah û Hemas jî êrişî hev dikin.

Heta niha di êrişên Îsraîlê de 394 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x