Fermandeyekî bilind ê Hizbulahê hat kuştin

Sê çavkaniyên ewlehiyê selimand ku ji encamê êrîşeke Israîlê li ser gundê Coyayê li başûrê Libnanê, bi kêmî ve çar kes hatine kuştin ku yek ji wan fermandeyekî bilind ê Hizbulaha Libnanê ye.

12.06.2024, Çar - 09:55

Fermandeyekî bilind ê Hizbulahê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên ewlehiyê ragehand, “Israîlê êrîşek kiriye ser gundê Coyayê û çar kes hatine kuştin ku yek ji wan fermandeyekî bilind ê meydanî yê Hizbulaha Libnanê ye.”

Çavkaniyan ew fermande wekî serokê wê komê nasandiye, li naverasta deverên sinorî yên başûrê Libnanê, ku hejmareke wan bajarkan vedigire yên ku herî zêde zirar ji ber şerê navbera Israîl û Hizbulahê gehiştine wan.

Ji aliyekî din ve Hizbulaha Libnanî kuştina Talib Samî Ebdula yê serkirde ku nasnavê Ebu Talib jê re hatiye dan di êrîşeke Israîlê de selimand.

Herwesa ragehand, jiyê Ebu Talib 55 sal in û xelkê bajarkê Edşîtê yê başûrê Libnanê ye.

Wan çavkaniyên ewlehiyê amaje jî daye, rolê Ebu Talib ji rolê Fermandeyê Bilind ê Hizbulaha Libnanî Wîsam Eltawîl, ku li Çileya îsal di êrîşeke Israîlê de hat kuştin, kêmtir nîne.

Ji piştî serhildana şerê Xezzeyê li Cotmeha 2023ê heta niha, nêzî 300 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin ku fermande û endamên berpirsyar ên serekî jî di nav de ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x