Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Pêwîste Herêma Kurdistanê encamên giştpirsiya ne destûrî hilweşîne, paşî em ê ji bo bihêzkirina yekparçebûna Iraqê guftûgoyên cidî bikin."
Di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Divê Herêma Kuridstanê tevlêhevî û destkariya li wan herêman bide sekinandin ên ku zêdegavî di wan de kiriye da guftugo werin destpêkirin."