Hizbulahê kuştina Îbrahîm Eqîl piştrast kir

Hizbulaha Libnanê kuştina fermandarê xwe Îbrahîm Eqîl piştrast kir.

21.09.2024, Cts - 10:10

Hizbulahê kuştina Îbrahîm Eqîl piştrast kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê doh 2 caran êrişî Beyrûta paytexta Libnanê kiribû.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser êrişên Beyrûtê daxuyaniyek belav kir û got:

"Me bi awayekî hûr êrişî Beyrûtê kir.

Di êrişekê de Fermandarê Hêza Ridwana Hizbulahê Îbrahîm Eqîl û çend serkirdeyên din ên Hizbulahê hatin kuştin.”

Hizbulaha Libnanê bi awayekî fermî kuştina Îbrahîm Eqîl piştrast kir.

Hizbulahê li ser kuştina Îbrahîm Eqîl daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Yek ji serkirdeyên mezin Îbrahîm Eqîl di rêya Qudsê de şehîd bû.”

Divê were gotin ku Hizbulah, pênaseya “di rêya Qudsê” de tenê ji bo serkirde û fermandarên xwe yên pilebilind bi kar tîne.

Hizbulahê her wiha diyar kir ku fermandeyê wê Ehmed Mehmûd û 12 endamên din jî hatine kuştin.

Îbrahîm Eqîl  kî ye?

Îbrahîm Eqîl fermandarê Hêza Ridwan a Hizbulaha Libnanê û berpirsê operasyonên taybet ên Hizbulahê bû.

Li nava Hizbulahê wekî “Tehsîn” tê naskirin.

Hêza Ridwan li eniya herî pêş a şer û pevçûnên Hizbulahê ye û li ser sînorê Îsraîlê ye.

Îbrahîm Eqîl piştî Fuad Şukir fermandarê duyem ê Îsraîlê bû.

Divê were gotin ku Fuad Şukir jî tebaxê îsal hatibû kuştin.

Îbrahîm Eqîl, Endamê Tevgera Encûmena Cîhadî ye ku rêxistina serbazî ya Hizbulahê ye.

Îbrahîm Eqîl di lîsteya terorîstan a Amerîkayê de cih digirt.

Amerîka Îbrahîm Eqîl bi teqandina Balyozxaneya Amerîkayê ya Beyrûtê tohmetbar dikir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 57 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:47:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x