Piştî ragihandina agirbestê, bo cara yekem Hizbullaha Libnanî çend mûşek avêtin Îsraîlê.
Medyaya Îsraîlî ragihand, Hizbullaha Lubnanî îro 22ê Adarê ji başûrê Libnanê ve, 5 mûşek avêtin Îsraîlê.
Li gorî heman çavkaniyê, 3 mûşekên Hizbullaha Libnanî hatin jinavbirin û 2 mûşek jî li nav axa Libnanê ketine.
Piştî ragihandina agirbestê berî sê mehan ve, cara yekem e ku Hizbullaha Lubnanî mûşekan davêje Îsraîlê ku Hizbullah gelek caran Îsraîl bi binpêkirina agirbestê tawanbar kiriye.
Ji aliyê xwe ve jî, Îsraîlê îro hejmarek çeperên Hizbullahê li başûrê Libnanê bombebaran kirin.
Agirbesta 60 rojî ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, di 27ê Mijdara 2024an de ket warê cibicîkirinê. Li gor rêkeftinê, divê Hizbullah dev ji çekan berde û artêşa Libnanê jî hemû welat kontrol bike. Li hemberê jî divê Îsraîl gav bi gav hêzên xwe ji başûrê Libnanê vekişîne.