HSD: Şerê Reqqayê berdewam e

Piştî hefteyekê ji rawestandina şer, Hêrsa Ferêt dîsa dest bi operasyona kontrolkirina Reqayê kir.

06.03.2017, Pts - 09:14

HSD: Şerê Reqqayê berdewam e
Nuçe Belav bike

Îro Fermandariya Giştî ya Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt di daxuyaniyekê de ragihand, ku qonaxa 3em ji operasyona kontrolkirina Reqayê careke din dest pê kir. Piştî ku ew nêzîkî hefteyekê ye, ji bo rewşa seqayê rawestiyabû.

Li gor daxuyaniya operasyona Hêrsa Ferêt, di vê qonaxê de armanca wan dorpêçkirina Reqa û Dêrazorê ye. Herweha kontrolkirina tevayiya navçeyên beramberî çemê Ferêt e, ew jî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. 4 Sibata 2017an jî dest bi qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê kir.

Berdevka Fermî ya Operasyon Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed roja 26 Sibatê da zanîn, ku di qonaxa sêyemîn de 60 û 147 baxçe ji parêzgeha Reqayê û 46 gund û 19 bexçan li parêzgeha Dêrezorê kontrol kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:25:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x