Serokê Hûsiyan Mehdî Meşat ji ajansa nûçeyan a Yemenê re ragehand, “Ew tevger li ser êrîşên xwe ji bo piştevaniya Xezzeyê berdewam dibe, û ji niha û pê de divê Israîl di penagehê de bimîne an rasterast ji welatê xwe derbikevin û biçin, ji ber ku hikûmeta wê ya şkestî êdî nikare welatiyên we biparêze.”
Mehdî Meşat herwesa got, “Yemen qet destan danahêle û êrîşên xwe ji bo piştevanîkirina birayên xwe li Filistînê ranawestîne, heta wê demê ku êrîş û dorpêçên li ser Xezzeyê bên rawestandin.”
Wezîrê Derve yê Umanê Bedir Buseîdî jî pêştir ji aliyê xwe ve ragehand, “Yemen û Amerîka gehiştine lihevkirina agirbestê, ev jî piştî demeke kêm ji ragehandina rawestandina êrîşên asmanî yên Amerîkayê.”
Fermandarekî bilind ê serbazî yê Hûsiyan duhî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê ên li ser ragehandina Koma Ensarulahê ya Hûsiyan, li ser rawestandina êrîşan bo ser keştiyan û xwedandesta Amerîkayê, red kirin.
Alîkarê Birêveberê Îdareya Hêzên Çekdar ên Yemenê Ferîq Abid Mihemed Sewr jî li Senayê ragehandibû, “Daxuyaniyên Trump şaş in û me çi navbeynkarî ji bo danûstandin û gengeşeyan nîne.”
Ferîq Abid Mihemed Sewr amaje jî da, “Em wan gotgotkan red dikin ku me Amerîkayî haydar kiribin ku em dixwazin wî şerî rawestînin. Derew e, Trump bizavê dike şiyanên serbazî yên Yemenê kêm bike. Herwesa êrîşên Israîl û Amerîkayê em netirsandine.”