Îsraîl: Em dê Serokê Hûsiyan bikujin

Îsraîlê li Yemenê baregehên Hûsiyan bi tundî bombebaran kirin.

17.05.2025, Cts - 10:29

Îsraîl: Em dê Serokê Hûsiyan bikujin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê Îsraîlê Israel Katz got, “Wekî çawa me Sînwar û Hesen Nesralah kuşt, em dê Ebdulmelîk El Hûsî (Serokê Hûsiyan) jî bikujin."

Medyaya Hûsiyan diyar kir ku beriya bi demekê Îsraîlê êrişî Yemenê kiriye.

Li gorî medyaya Hûsiyan Bendera û Selîfî Hudeydayê hatine bombebarankirin.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got, "Em dê li beramberî êrişên Hûsiyan bê deng nemînin. Em dê bi hêzeke mezintir li wan bidin û serkirdayetiya wan bikin armanc."

Kanala televîzyonî ya El-Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan eşkere kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî benderên Yemenê kiriye.

Heta niha derbarê encamên êrişê ti zanyarî nehatine dayîn.

Kanal 12a Îsraîlê jî eşkere kir ku artêşa Îsraîlê bi zêdetirî 10 balafirên şer êrişî benderên Hudeyde, Ras Îsa û Salîfêyê yên li rojavayê Yemenê kirine.

Netanyahu jî ji televîzyona dewletê ya Îsraîlê ji KANê re got ku bi vê êrişê re Hûsiyan û derbeyeke giran xwariye.  

Israel Katz jî li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku bi êrişên hewayî zerereke mezin li benderên Hûsiyên ên li Yemenê dane.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê da zanîn ku Balafirgeha Sanayê ya ku beriya demekê ji aliyê wan ve hatibû bombebarankirin hîn jî wêran e.

Israel Katz amaje bi êrişên mûşekî yên Hûsiyan kir û diyar kir ku eger ew êrişên wan ên li dijî Îsraîlê berdewam bikin Îsraîl jî dê rêberên Hûsiyan bikin armanc.

Katz diyar kir ku bi taybetî ew dê Ebdulmelîk El Hûsî yê rêberê Hûsiyan bikin armanc.

 

Vî nûçeyê tevayî: 65 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x