Çavkaniyên Israîlê amajeyê didin ku, artêşa wî welatî amadekarî ji bo her bersiveke Hûsiyan li beranberî êrîşên îro yên balafirên Israîlê li ser Yemenê kirine.
Çavkaniyên Israîlê duh ragehand, “Artêşa Israîlê ji bo her bersiveke Hûsiyan li beranberî êrîşên balafirên Israîlê li ser balafirxaneyên Sena û Hudeydeyê û çend westgehên petrol û enerjiyê yên Yemenê di amadebaşiyê de ye.”
Yehya Serîh ê Berdevkê Bizava Ensarulahê ya Yemenê ku wekî Hûsî tê naskirin ji aliyê xwe ve tekez kir, eger Israîl li ser wê yekê bifikire ku em destan ji helwesta xwe ya piştevanîkirina Xezzeyê berdidin, ew xeyal e.”
Yehya Serîh ji aliyekî din ve jî ragehand, “Bila Israîl li benda tol û bersiveke tund be.”
Bizava Ensarulahê ya Yemenê ku wekî Hûsî tê naskirin îro (Pêncşem, 26.12.2024) ragehand ku, Israîlê şeş êrîşên asmanî kirine ser Bingeha Asmanî ya Dêlmiyê û Balafirxaneya Navdewltî ya Senayê.
Hin çavkaniyan ji Bizava Hûsiyan gotiye ku, êrîşên Israîlê bi pêşkêşkirina gotareke tilevizyonî ji aliyê Serokê Bizava Ensarulahê Ebdilmelik Hûsî re hevdem bûn.
Ebdilmelik Hûsî di gotara xwe de gotiye, Israîl itîrafê dike ku nikare serederiyê bi qebxwaziyên Hûsiyan re bike. Tekez jî kiriye, êrîşên wan li dijî Israîlê berdewam û bibandor in û qet ranawestin.
Hin çavkaniyan ji Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, êrîşa wan a li ser Balafirxaneya Senayê wesa kiriye ku ew balafirxane ji kar bikeve.
Herwesa medyaya Israîlê amaje daye wê yekê jî ku, Televîvê li ser êrîşên xwe yên li ser Yemenê Amerîka haydar kiriye.
Medyaya Israîlê ron jî kiriye, bi dehan balafirên Israîlî tevlî êrîşên asmanî bûne ku heft êrîş li ser Senayê û sê êrîş jî li ser Hudeydeyê bûne û êrîşek jî li ser çend westgehên petrol û enerjiyê bûye.